Li Diyarbekirê polîs mudaxele bi mesa ji bo Ocalan kir: 51 binçavkirin

18 November 2023 22:37 0 dîtin
Li Diyarbekirê polîs mudaxele bi mesa ji bo Ocalan kir: 51 binçavkirin

PeyamaKurd – Li bakûrê Kurdistanê li bajarê Diyarbekirê grûbekî xwest ku ji bo serokê PKKê Abdullah Öcalan bimeşe lê polîs mudaxeleyê grûbê kir û 51 kesan xist binçav. Di nav wan de serokê HEDEPê Tuncer Bakırhan û 9 parlementer hebûn ku li ser rê rûniştin û 15 deqe rê ji trafîkê re girtin.

Tevger, li Parka Koşuyolu çêbû ku grûbe xwest bimeşe û ji çapemeniyê re ragihandinê bike. Li ser avêtina sloganan, polîs mudaxele bi çalakvanan kir. Parlementerên ku rê girtin; Ceylan Akça Cupolo, Nevruz Uysal Aslan, Halide Türkoğlu, Celal Fırat, Beritan Güneş Altın, Mehmet Zeki İrmez, Zeynep Oduncu, George Aslan û Adalet Kaya bûn.

Ji ber girtina rê, nexweşên di ambûlansan de dixwestin herin nexweşxanê û li ser agahdarkirina parlementeran ji terefê cîgirê rêvebirê asayîşa Diyarbekirê de, parlementer rê vekirin.