Li Rihayê polîs mudaxeleya mesa HDP ê kir
PeyamaKurd- Partiya Demokratîk ya Gelan HDP li bajarê Rihayê xwest bimeşe lê di navbera her dû aliyan de gengeşe çêbû û di encamê de polîs 5 kesan xiste binçav. Bi sedema ku îro 1 ê êlûnê ye û “Roja Aştiyê” ya dinyayê ye, hevserokê HDP ê Keskin Bayındır, parlementer Ömer Öcalan û Ayşe Sürücü bi komek kes ve xwestin li parka Ali Şelli bo çapemeniyê peyamê bidin û bimeşin. Lê polîs îznê neda meşê û peyamdayînê. Li ser bûyerê parlementer Ömer Öcalan weha got:
“Li Rojhilata Navîn xwîn dirije. Her roj bi dehan xortên me dimrin. Me jî bi sedema roja 1 ê êlûnê roja aştiyê xwest peyamekî bo demokrasiyê û aştiyê bidin. Em dixwazin xwîn nerije. Polîs nehişt em peyamê bidin. Ketin pêşiya meşa me. Bombeyên ku rondikan ji çav dibarînin bikaranîn. Hinek ji hevalên me derb kirin.”
Ömer Öcalan li dijî tewrê polîsan bertek nîşan da û axaftina xwe weha dewam kir:
“Em li walî digerin bersiva me nade. Rêvebirê asayîşê bersivê nade. Bila walî jî were vê derê û banga aştiyê bide. Li vî welatî xwîn dirije, mirov dimrin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin