Li Duhokê navenda xizmeta tenduristiya jinan hat vekirin

08 March 2021 21:03 0 dîtin
Li Duhokê navenda xizmeta tenduristiya jinan hat vekirin

PeyamaKurd - Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Duhokê îro 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê navenkdeke xizmetkirina jinan ya bo tenduristiya jinan vekir.

Navenda xizmetgirina tenduristiyê bo jinan bi beşdariya Parêzgarê Duhokê Dr. Elî Teter bi merasîmeke jinan tê de beşdarî kir hat vekirin.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Duhokê Dr. Efrasyab Musa ragihand ku wê navend xizmeta bijîşkî û tenduristiyê pêşkêşî jinan bike.

Dr. Efrasyab Mûsa eşkere kir ku amarên nojdariyê di navenda jinan de hatine danîn û wê bi her awayî xizmeta tenduristiyê ji bo jinan were pêşkêşkirin.