Li Duhokê yekem mirina ji nexwesiya taya xwînberbûnê
PeyamaKurd – Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê yekem haleta mirinê hate tomarkirin.
Rêveberê Nexweşxaneya Azadî ya Duhokê Segvan Doskî ragihand ku îro 6ê Hezîranê danê sibehê xortekî 27 salî li Nexweşxaneya Azadî ji ber nexweşiya taya xwînberbûnê can da.
Segvan Doskî da zanîn ku ew ciwan rûniştvanê nehiya Başîkê ya girêdayî parêzgeha Neynewayê bû û pez û dewar xwedî dikirin.
Hêjayî gotinê ye, nexweşiya Kirim Kongo ango Taya Xwînberbûnê ji kirniyên ajalan derbasî mirovan dibe û dibe sedema mirinan.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin