Li Efrînê 2 komên cîhadî pevçûn, kustî û birîndar hene

19 April 2022 15:21 0 dîtin
Li Efrînê 2 komên cîhadî pevçûn, kustî û birîndar hene

PeyamaKurd-Li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Efrînê di nav 2 komên cîhadî yên girêdayiyê Dewleta Tirk de pevçûn derket. Li gorî agahiyên destpêkê, hejmarek kuştî û birîndar hene.

Li gorî agahiyên ku çavkaniyên xwecihî dane, di pevçûna ku derketiye de herî kêm 2 çekdar hatine kuştin û ji 10an zêdetir çekdar jî birîndar in. Hat zanîn ku çekdarên grûpa Mutesim Billah, hemû baregehên çekdarên Firqeya 9an ên li navenda Efrînê kontrol kirine. Li gorî agahiyên belav dibin, gelek çekdarên Firqeya 9an jî dîl hatine girtin.