Li Efrînê pevçûn: Herdu aliyan çeperên hev bombe kirin
PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku ji aliyê çavkaniyên herêmî ve hatin ragihandin, duh derengê şevê çekdarên opozîsyonê û hêzên hikûmeta Suriyeyê pevçûn.
Di agahiyên hatin dayîn de hat diyarkirin ku aliyan li nêzîkî gundê Kîmarê yê herêma Efrînê çeperên hev bombe kirine û asta pevçûnan zêde bûye.
Her wiha di derbarê ziyanên ku piştî pevçûnê çêbûne de heta niha tu daxuyanî nehatiye dayîn.
Ji bilî vê agahiyê, gundê Kîmarê yê herêma Efrînê li ser xêza rûbirûbûnê ye û niha jî hêzên Tirkiyeyê, ji nav gundê Kîmarê heta gundê Beradê dîwarekî lê dikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin