Li Efrînê teqîn: 2 kes mirin herî kêm 20 kes jî birîndar bûn

29 August 2018 23:14 0 dîtin
Li Efrînê teqîn: 2 kes mirin herî kêm 20 kes jî birîndar bûn

PeyamaKurd - Li bajarê Efrîna Rojavayê Kurdistanê teqînek çêbû û dayîkek û kurê xwe hatine kuştin û herî kêm 20 kes jî birîdar bûn.

Li gor agahiyên ji niştecihên herêmê, li Efrînê li ser riya bajarokê Reco teqîneke mezin çêbû. Li gor welatiyekî ku mala wî li ber cihê teqînê bû, bermîleke gemarê teqiyaye û ziyaneke gelekî mezin gihandiye derdora xwe.

Wî welatiyê da zanîn, ku teqîn li kêleka dibistana Fêsel Qedûr çêbû. Li gorî zanyariyan dayîkek û kurê xwe hatine kuştin û herî kêm 20 kes jî birîdar bûn.

Piraniya kesên ku birîndar bûne, birînên wan giran in û rewşa wan xeter e.

Heta niha tu aliyekî ew teqîn li xwe negirtiye.