Li Efrînê wesayîteke sermîlîsekî El-Hemzat teqiya
PeyamaKurd - Li Efrîna Rojavayê Kurdistanê, di 11ê Cotmeha 2020an de wesayîteke bombebarkirî li ser rêya navçeya Şêrawayê teqiya, sermîlîsê Fîrqeya El-Hemzat bi giranî birîndar bû, nobedarê wî jî hat kuştin.
Li gor agahiyên ji Afrînpostê, do wesayîteke bombebarankirî ya sermilîsê “Firqeya El-Hemzat” ê bi navê “Ebû Cabir” li ser rêya gundê Turindê ya navçeya Şêrawayê teqiya û di encamê de sermilîs bi giranî birîndar bû û nobedarê wî jî yê bi navê “Ûsame El-Betran” bi nasnav “Ebû Zeyd” rasterast hat kuştin.
Di derbarê teqînê de heta niha tu aliyan berpirsyarî ranegihandine, lê belê rojnamevana Almanî Lindsey Snell tiwîtek avêt û tê de got: ‘‘Ebû Cabir sermilîsekî “El-Hemze” yê ku ji aliyê Tirkiyê ve hatiye erkdarkirin li çiyayê Beradê ji ber teqemeniya bi wesayîta wî bi giranî birîndar bû û wiha dewam kir; çekdarekî milîsan dibîne ku ev hewldan bi armanca kuştina wî ji aliyê xwediyên çekdarekî ku beriya wê ji aliyê wî(Ebû Cabir) ve bo Azerbeycanê hatibû şandin û li wir hat kuştin tê.’’

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin