Li herêma Efrînê mayinek teqiya: Ciwanekî 18 salî birîndar bû
PeyamaKurd – Li herêma Efrînê mayinek teqiya û di encama teqînê de ciwanekî 18 salî birîndar bû.
Li gor Berdevkê Rêxistina Mafên Mirova ya Efrînê Ibrahîm Şêxo diyar kir, ji ber teqîna mayinekê li gundê Iqêbe li nahiyeya Şêrawa ya herêma Efrînê, ciwanek birîndar bûye.
Ibrahîm Şêxo eşkere kir, navê wî ciwanê birîndar Taha Mihemed Elî û 18 salî ye.
Berdevkê Rêxistina Mafên Mirovan li Efrînê destnîşan kir, ew mayin ji aliyê komên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve hatibû çandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin