Li Elezîzê bi hêza 4.1 li Wanê jî bi hêza 3.8 erdhej çêbû
PeyamaKurd – Li li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê ya Bakurê Kurdistanê, bi hêza 4.1 erdhej çêbû.
Li gor Serokatiya Rêvebirina Karesat û Rewşa Bilez a Tirkiyê (AFAD) ragihand, li navçeya Sîvrîce ya Elezîzê, 11 kîlometre di bin erdê de, bi pileya 4.1 erdhej çêbû.
Hat diyarkirin, erdhej li bajar û bajarokên derdorê jî hatiye hestkirin.
Hêjayî gotinê ye, di 24ê Çileya 2020an de li parêzgehên Elezîz û Meletiyê erdhejek bi pileya 6.5 çêbûbû û di encama wê erdhejê de 37 kesan li Elezîzê û 41 kesan jî li Meletiyê jiyana xwe ji dest dabûn.
Li Wanê jî bi hêza 3.8 erdhejek çêbû!
Hat ragihandin, îro li navçeya Şaxê ya parêzgeha Wanê jî di saet 12:31ê de erdhejek bi pileya 3.8 çêbû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin