Li Erxeniyê xortekî Kurd bi guleya polîsan hat kustin

11 December 2018 19:27 0 dîtin
Li Erxeniyê xortekî Kurd bi guleya polîsan hat kustin

PeyamaKurd - Li navçeya Erxenî ya Diyarbekirê, otomobîla xortê bi navê Abdullah Arat (25 salî) ku ji ber nebûna ehliyetê li xala kontrolê nesekinî, hat gulereşandin.

Li gor zanyariyan ajovan Arat dema digihe xala kontrolê ya polîsên taybet nasekine û polîs guleyan bi ser otomobîlê de direşînin ku Abdullah Arat li cihê bûyerê can dide.

Hat ragihandin ku kesekî din ê di heman otomobîlê debû jî hatiye binçavkirin.

Cenazeyê Abdullah Arat bo Tiba Edlî ya Diyarbekirê hat veguhestin û piştre jî li taxa Killeş a Erxaniyê bi xakê hat spartin.