Ciwanekî kurd li Amedê bi guleya polîsan hat kustin
PeyamaKurd - Li Sumerparka bajarê Amedê welatiyekî bi navê Recep Hantaş bi guleya polîsên tirk ve hat kuştin.
Hat ragihandin ku li Sumerparka Amedê welatiyekî bi navê Recep Hantaş ê 20 salî bi guleya polîsên tirk ve hatiye kuştin.
Li nêzî Sumerpark a Yenîşehîra Amedê, saet li texma 4'an polîsan ciwan bi navê Recep Hantaş bi çekê kuşt. Tê gotin, wexta Hantaş û ciwanekî ku navê wî nehat hînbûn li parkê rûniştibûn polîsan bi çekê bera serê Hantaş daye. Hantaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. pic.twitter.com/d2CBDYokze
— Ajansa Mezopotamya (@MA_ajans) 14 Nisan 2019
Di merasîma cenazeyî de ji bilî malbata Hantaş polîsan nehişt ku welatî beşdar bibin. Cenazeyê ciwanê kurd Recep Hantaş di bin dorpêça polîsan de bo axê hat spartin.
Birayê Recep Hantaş, Efe Hantaş diyar kir ku polîsan ji wan re gotiye ‘bi xeletî hat kuştin’ lê dibêje ev yek ne rast e lewra birayê wî berê jî jî aliyê polîsan ve hatibû tehdîdkirin.
Ji aliyê din ve rayedarên ewlekariyê heta niha derbarê bûyerê de tu daxuyanî nedane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin