Li Amedê polîsan bi Kurdî hisyarî da: Ji kerema xwe ji malên xwe dernekevin!
PeyamaKurd- Koronavirusa nifşê nû (Covid 19) a ku di destpêka sala 2020an de li eyaleta Wuhanê ya Çînê peyda bû, wekî pêleke deryayê hemû dinya da ber xwe. Li gor daneyên dawî li seranserî dinyayê hejmara qurbaniyan gihiştiye 22 hezaran.
Di demeke wiha de Tîmên Midûriyeta Amedê li gelek deverên bajêr hişyariyên bi Kurdî kirin û ji hemwelatiyan xwestin ku ji ber pandemiya Covid-19ê ji malên xwe dernekevin.
VİDEO | #Diyarbakır'da polislerden #Kürtçe anons: Dışarı çıkmayın, evlerinizde kalınhttps://t.co/Ae8yMA2BSd pic.twitter.com/y4jnFMhGvB
— PeyamaKurd/krd (@PeyamakurdKrd) March 28, 2020
Ji wesayîteke ku li nava bajêr digeriya ev anons hat kirin, ji kerema xwe ji malên xwe dernekevin:
Hemwelatiyên me yên ezîz, ji bona xwe ji malên xwe dernekevin. Ji kerema xwe ji malên xwe dernekevin. Ev yek ji bo û ji bo ihet û tendirustiya we û hezkiriyên we gelekî girîng e. Ji xeynî rewşên zerûrî ji malên xwe dernekevin. Ji kerema xwe li malê xwe bimînin. Ji kerema xwe ji malên xwe dernekevin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin