Li Edenê ciwanekî sûriyeyî bi guleya polîsan hat kustin
PeyamaKurd - Li Taxa Sucuzade ya Seyhane ya ser bi bajarê Edenê yê Tirkiyê ciwanekî sûriyeyî bi guleya polîsên Tirkiyê hat kuştin.
Li gor îdîayan, ciwanê sûriyeyî bi nave Elî el-Hemdan, dema dibîne hêzên polîs li wê taxê ne, bi nav kolanan de direve û herçiqas polîs daxwazê jê dikin ku raweste, lê ew her direve.
Li gor wan zanyariyan, piştre hêzên polîs teqe li wî ciwanê Sûrî tê kirin û bi giranî birîndar dibe.
Piştî tîmên tendirûstiyê dighin cihê bûyerê, ciwanê sûriyeyî bo nexweşxaneyê tê veguhestin, lê ji ber birîna wî dijwar bûye li nexweşxaneyê canê xwe ji dest dide.
Li gor medyaya Tirkiyê, polîs derbarê bûyerê de lêkolîn dest pê kiriye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin