Li Kilîsê ciwanekî Sûriyeyî bi kêran hat kustin

24 April 2023 18:40 0 dîtin
Li Kilîsê ciwanekî Sûriyeyî bi kêran hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Kilîsê ciwanekî Sûriyeyî di encama êrîşa komeke nijadperest de hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, doh êvarê li bajarê Kilîsê ciwanê sûriyeyî ê bi navê Mihemed Ferîd El Şer di encama êrîşa hin kesên bi hestê nijadperestî bi kêran êrîş kirin de, hat birîndarkirin û li nexweşxaneyê jî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî dîmenên li ser sosyal medyayê, hatin weşandin, xizmekî ciwanê kuştî dibêje ku dema Mihemed Ferîd tevî hevalên xwe çûbû sûkê da ku telefonê bifiroşe, komeke nîjadperestên Tirk rêya wî girtine û êrîşî wî kirine. Ferîd ji sînga xwe bi kêrê birîndar bûye û piştre jî li nexweşxaneyê can daye.

Hêjayî gotinê ye, ji ber propagandayên siyasetmedaran ên dijî penaberên Sûriyeyê, êrîşên li ser wan zêde bûne û beriya niha jî hin penaberên Sûriyê bi êrîşên nijadperestî hatibûn kuştin.