Li Rihayê ciwanekî 15 salî yê ji Sûriyê bi kêran hat kustin

28 March 2022 19:33 0 dîtin
Li Rihayê ciwanekî 15 salî yê ji Sûriyê bi kêran hat kustin

PeyamaKurd – Li bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, di encama pevçûnekê de ciwanekî 15 salî yê ji Sûriyê hat kuştin.

Li gorî zanyariyan, li navenda Rihayê li Qada Topçuyê di navbera du komên ji Sûrîyê ne de bi sedemeke nehatiye zanîn pevçûn derketiye û bi kêran çûne hev.

Hat ragihandin ku ciwanê bi navê Muhammed Usame el-Hamidê 15 salî di pevçûnê di bi giranî birîndar bû û dema ew rakirin Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mehmet Akif Înan jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê 2 ciwanên ku bûne sedema mirina Muhammed Usame el-Hamid ji aliyê polîsan ve hatin desteserkirin.