Li Fransayê, serdema sobe û êzingan dest pê dike

28 August 2022 20:00 0 dîtin
Li Fransayê, serdema sobe û êzingan dest pê dike

PeyamaKurd- Li gorî çapemeniya Fransayê, ji ber zêdebûna bê ser û ber a buhayê gaza xwezayî û enerjiyê, xelkê berê xwe daye sobe û êzingan. Hat diyarkirin ku tevî hawirparêz li dijî derdikevin jî hilberîna gaza zinaran, car din ketiye rojevê.

Nûçeyên ku li ser daxuyaniyên Federasyona Sotemenî û Germkirinê ya Fransayê hatine belavkirin, nîşan didin ku xelk ji ber buhayên zêde yên enerjiyê û ji bo xwegermkirinê, berê xwe daye kewş û êzingan da ku zivistanê xwe bi rêya sobeyên êzingan germ bike. Bi berdewamî hat diyarkirin ku ev rewş bûye sedem ku daxwaza li ser kirîna kewş û êzîngan zêde bibe.

Li gorî nûçeyên hatin parvekirin, 300 peydakarên ku di bin banê Fedarsyonê de ne; ji ber ku dê zivistan bi dijwarî derbas bibe û dê daxwaz zêde be, ew ê bi awayekî pergalkirî, pêşî biçin rêya naskirina muşteriyên xwe.

Li gorî ragihandinê, rayedarên Federasyonê ji kesên ku hîn sobeyên xwe dananîne xwestiye ku vê yekê hinek bi paş bixin û pêş-pereyan nedin peydakarên nenas.

Bi berdewamî hat destnîşankirin ku ji ber qutkirin û kêmasiya gaza Rusyayê, dê ji destpêka sala 2023yan û bi şûn ve buhayên saet/megavatên elektrîkê heta 75 euroyan zêde bibin û dê ev yek jî bibe sedema şikestina rekorekê.