Li Geverê polîs mudaxele bi grûba ku operasyonên ser PKKê protesto dikir, kir

18 September 2023 22:21 0 dîtin
Li Geverê polîs mudaxele bi grûba ku operasyonên ser PKKê protesto dikir, kir

PeyamaKurd – Li Hakkariyê li navça Geverê grûbekî operasyonên ser PKKê yên li Herêma Kurdistanê tên kirin protesto kir. Polîs mudaxeleyê grûbê kir. Hat gotin ku serpereştiya grûbê DTK û DBP dikin, ji ber îznê nestendine, polîs bi ava bi şiddet û bi xaza rondikbaranê mudaxeleyê meşvanan kiriye.

Kongra Civaka Demokratîk (DTK) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) serpereştiya tevgerê kirine, ji Partiya Çep ya Kes parlementera Hakkariyê Öznur Bartın, Onur Düşünmez, parlementera Agiriyê Necla Demir, parlementera Wanê Gülderen Varlı û 30 kesên din ji bo operasyonên artêşa Tirkiyê yên ser PKK ku li Herêma Kurdistanê tên kirin, protesto bikin li kolana Cengiz Topel civiyan.

Polîs îznê neda ragihandina çapemeniyê û meşê. Grûb xwest li ser cadde rûnê. Polîs wan îqaz kir da belav bibin. Piştî belav nebûn, polîs bi ava bi şid û xazê wan bela kir. Hinek kes keviran avêtin alavên polîsan û polîs 2 kesan xist binçav.