Li Geverê zarokê bi wesayîta leskerî hat qetilkirin | Baroya Colemêrgê: Ihmalkariya bi zanebûn heye
PeyamaKurd – Baroya Colemêrgê ku bertek nîşanî leşkerê li Colemêrgê bû sedema mirina zarokê 5 salî, weke "îhmalkariya bi zanebûn heye" nirxand, OHD û ÎHDê jî diyar kirin ku ew ê bûyerê bişopînin.
Wesayîta ku çawîşê pispor ê li Fermandariya Cendirmeyan a Navçeya Geverê diajot, ji navçeya Geverê ya Colemêrgê ber bi rêya Wanê ve bi pêş ve diçû, li zarokê bi navê Erdem Aşkan ê 5 salî qelibî.
Zarokê 5 salî li Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê jiyana xwe ji dest da.
Di derbarê bûyerê de ji teref Serdozgeriya Komarê ya Geverê ve lêpirsîn hat destpêkirin û hat îdiakirin çawişê pispor ê ku ajokarê wesayîtê bû hat binçavkirin.
DAXUYANIYA BAROYA COLEMÊRGÊ
Di daxuyaniya Navenda Mafên Zarokan a Baroya Colemêrgê de hat gotin, "Bi salane wesayîtên polîsan û panzer li ser ewlehiya gelê herêmê xeteriyeke mezin e."
Derbarê mirinan de jî hat gotin, "Tu tedbîr nayên girtin, îhmalkariya bi zanebûn heye."
ÎHD: EM Ê BÛYERÊ BIŞOPÎNIN
Di daxuyaniya ku li ser hesabê medyaya civakî ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Colemêrgê hat dayîn de wiha hat gotin: "Di encama qezaya wesayîta taybet a bi talîmata leşkeran a li Cendirmeyên Navçeya Geverê de zarokê 5 salî E.A jiyana xwe ji dest da. Em diyar dikin ku em ê bûyerê bişopînin û ji malbat û xizmên xwe re sebrê dixwazin.
OHD: NE WESAYÎTA ZIRXÎ YE, WESAYÎTA TAYBET E
Li aliyê din Komeleya Hiqûqnasên Azadîxwaz (ÖHD) Şaxa Colemêrgê jî diyar kir ku ew ê bûyer û lêpirsînê bişopînin.
Herwiha di daxuyaniya OHDê de wiha hat gotin: "Li gorî agahiyên dawî yên ku ketine destê me, hat hînbûn ku wesayîta tev li bûyerê bûye ne wesayiteke zirxî ye, wesayîteke leşkeran e."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin