Li Hakkariyê qedexeya çalakiyan ya ji bo 15 rojan destpêkir
PeyamaKurd – Parêzgeha Hakkariyê ji bo 15 rojan biryara qedexekirina çalakiyan ragihand. Çalakî bêhtir ji bo PKK ê an HDP ê ne ku wê di nav 15 rojan de nikaribin çalakiyên xwe bikin. Di nav çalakiyên qedexekirî de meş, vegirtina konan, vekirina stendan, greva birsê, meşale, xwepêşandan, civîna çapemeniyê û çalakiyên weka wan hene. Her kesê bixwaze çalakiyan bike, divê ji hêzên asayîşê îznê bistîne an îzna parêzgehê bistîne.
Qedexeya çalakiyan ji 15ê mehê siet 00.01 ê şevê destpêdike û heya 29.12.2022an siet 23.59an dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin