Li Heftanînê PKKê êrîsî baregehek leskerên Tirkî kir: Kustî û birîndar hene

18 September 2020 11:25 0 dîtin
Li Heftanînê PKKê êrîsî baregehek leskerên Tirkî kir: Kustî û birîndar hene

PeyamaKurd – Li Heftanînê, di nava sînorê Herêma Kurdistanê de, PKKê êrîşî baregehek leşkerên Tirk kir. Di encamê de, du leşker mirin, yek jî birîndar bû.

Wezareta Berevaniyê ya Netewî bi daxuyaniyekî destnîşan kir:  “Di 17ê Îlona 2020an de, PKKê bi roketan êrîşî baregeheke leşkeri ya TSKê kir. Di encamê de du leşker mirin, yek jî birîndar bû.”

Leşkerê birîndar bû rakirin nexweşxaneyê.

Hêzên Çekdar ên Tirkan (TSK) di 17ê Hezîranê de, li nava sînorê Herêma Kurdistanê, dest bi operasyonekê kiribû. Li gorî daxuyaniyê navê operasyonê “Operasyona Pencê-Piling” e.