"Ez tu nîsanan nabînim ku Hamas êrîsî leskerên me yên li Xezzeyê bike"

03 May 2024 14:19 0 dîtin
"Ez tu nîsanan nabînim ku Hamas êrîsî leskerên me yên li Xezzeyê bike"

PeyamaKurd — Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin doh li Hawaii di civîneke çapemeniyê de daxuyaniyek da, piştî ku rojnamevanekî jê pirsî gelo agahiyek teqez heye ku Hamas wê leşkerên Amerîkî yên ku li peravên Xezzeyê keştiyên herikbar ava dikin bikin armanc.

Austin bal kişand ser wê yekê ku ew agahiyên îstixbaratî li ser podiumê gotûbêj nekirine, Austin destnîşan kir ku ew ti nîşanekê nabîne ku Hamas niha plana êrişa ser leşkerên Amerîkî li Xezzeyê dike.

Austin destnîşan kir ku Xezze qada pevçûnê ye û destnîşan kir, dibe ku gelek tişt biqewimin.

Austin bal kişand ku leşkerên Amerîkayê yên li Xezzeyê baweriyê dide herêmê û wiha got: "Bawerî û ewlehiya leşkerên me ji bo min pir girîng e."

Derbarê êrîşa bejayî ya Îsraîlê bo ser Refahê de, Austin ragihand ku Amerîka ji Îsraîlê re gotiye ku girîng e berî her tiştî sivîlan ji navçeyên şer derxînin.