Li Helebê Tevgera Ciwanên Soresger 2 zarokên din revandin
PeyamaKurd – Li Helebê Tevgera Ciwanên Şoreşger a ser bi Rêveberiya Xweser ve, 2 zarokên din revandin.
Li gor çavkaniyên xwecihî diyar kir, rêxistina bi navê “Tevgera Ciwanên Şoreşger” bi armanca ku wê bikin çekdar, zarokeke 14 salî ya bi navê Fatime Rifet Hesen roja 5/7/2022an ji bajarokê Til Rifetê revand.
Herwiha hat ragihandin, Fatime Rifet Hesen ji dayikbûna sala 2008an e û ji dê û bavê xwe ve sêwî ye, ew ji gundê Beradê yê navçeya Şêrewa ya Efrînê û bi mala meta xwe re koçberî bajarokê Til Rifetê bûye.
Di berdewamiyê de hat eşkerekirin, Tevgera Ciwanên Şoreşger di destpêka vê mehê de keçika 16 salî Sêvîn Fewzî Hesen ji taxa Şêx Meqsûd a Helebê revand.
Hat zanîn, Sêvîn Fewzî Hesen ji dayikbûna sala 2006an e, ji gundê Kurka yê Efrînê ye û ligel malbata xwe koçberî taxa Şêx Meqsûd a Helebê bûye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin