Li hember Tirkiyê Hikûmeta Misirê bertek nîsanî guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê da

23 October 2020 11:36 0 dîtin
Li hember Tirkiyê Hikûmeta Misirê bertek nîsanî guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê da

PeyamaKurd Di derbarê hebûna artêşa Tirkiyê û destwerdana wê di karen navxweyî yê Sûriyê de, Hikûmeta Misirê nerazîbûna xwe li hemberî Tirkiyê nîşan da. Herwiha bertek nîşanî guherîna demografiya Rojavayê Kurdistanê da.

Di civîna wezîran de, Wezîrê Karên Derve yê Misirê Sameh Şukrî, "xema xwe ya kûr" di derbarê destewerdana Tirkiyeyê di karên navxweyî yên Sûriyê de anî ziman.

Herwiha Berdevkê Wezareta Derve yê Misirê Ehmed Hafiz diyar kir, Wezîrê Derve yê Misirê da zanîn: "Hebûna artêşa Tirkiye li Sûriyê ne tenê ji bo Sûriyê xetere ye, zerarê dide tevahiya navçeyê. Ji ber vê yekê nabe bi plana pêşxistina tundûtûjiyê û diyardeya veguhastina çekdaran were paşgûhxistin. Herwiha nabe terorîstên biyanî bînin navçeyê."

Hat diyarkirin, Misir piştevaniya komîteya destûrî ya Sûriyeyê dike û dê li dijî hewlên guherîna demografiya li 'Bakûrê Sûriye' (Rojavayê Kurdistanê) bixebite.