Li hemberê Tirkiyê hevkariya Sûriyê û Misrê

01 August 2020 01:15 0 dîtin
Li hemberê Tirkiyê hevkariya Sûriyê û Misrê

PeyamaKurd- Wezîrê karên derve yê Sûriyê Welîd Mûallîm piştî got ku dê bajarê Hatayê bi paşde bistînin, gotineka weka ya wî ji destekvanê Beşer Esed ji fermandarê Tûxaya Îmam Mehdî tûxageneral Fîraz Droûf hat. Drouf weha got:

“Hedefa me dorpêçkirina artêşa Tirkiyê ye. Em ê bi artêşa Misrê re Îdlibê û Hatayê rizgar bikin.”

Droûf got ku leşkerên Misrê li Idlibê nêzî artêşa Tirkiyê xwe bicîhkirine û weha dewam kir:

“Leşkerên Misrê nêzî artêşa Tirkiyê xwe li Idlibê bicîh kir. Bo balafirên Misrê li hedefa xwe bixin, niyeta me heye em baregeha hewayî ava bikin. Hedef, dorpêçkirina artêşa Tirkiyê ye. Em ê bi artêşa Misrê re, Idlibê û Hatayê rizgar bikin.”