"Li herêmên sînor 24 xalên PKKê hatin armanckirin"

19 September 2024 09:29 0 dîtin
"Li herêmên sînor 24 xalên PKKê hatin armanckirin"

PeyamaKurd – Wezareta Parastina Neteweyî (MSB) doh ragihand ku li herêmên Hakurk, Gara, Qendîl û Asosê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê de li dijî xalên PKKê operasyoneke hewayî pêk anîne.

Li gor daxuyaniya ku ji Wezareta Parastina Neteweyî hat dayîn, Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) li herêmên Hakurk, Gara, Qendîl û Asosê yên di nav sînorên Herêma Kurdistanê da li dijî PKKê operasyoneke esmanî li dar xist.

Hat diyarkirin ku di êrîşên ku Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê bi balafirên şer kirin da 24 noqteyên ku ji şikeft, sitargeh û embarên ku PKKya rêxistina terorê bi kar tîne, hatin armanckirin.

Doh Çarşemê 18.09.2024 hat ragihandin ku çiyayê Asosê yê ser bi navçeya Mawet a Silêmaniyê ve, du caran ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombebarankirin.

Bombebarana Çiyayê Asosê ya li nêzî gundê Gelale du caran di nava şêniyên gund de panîk û nîgeraniyeke mezin çêkir.

Yek ji şêniyên gund ji peyamnêrê Kurdistan24ê re ragihand, ji danê êvarê ve du caran çiyayê Asosê li nêzîkî gundê wan ji aliyê balafirên şer ve hatiye bombebarankirin.

Roja Şemiyê 14ê Îlona 2024ê saet 15.10an, balafirên şer ên Tirkiyê herêma Şexanî ya li Çiyayê Asosê ya girêdayî gundê Gelale yê Şarbajerê bombebaran kirin.