Li Herêma Kurdistanê 4 bendavên stratejîk têne çêkirin

25 January 2024 21:58 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê 4 bendavên stratejîk têne çêkirin

PeyamaKurd - Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê ya Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî ragihand ku wan bi hikûmeta federal a Iraqê re lihev kirie ku 4 bendavên stratejîk li Herêma Kurdistanê çêbikin.

Bêgerd Talebanî îro 25ê Çileyê di civîneke rojnamevanî de eşkere kir, wan ligel hikûmeta federal rêkeftinek kiriye ji bo avakirina 4 bendavên stratejîk li Herêma Kurdistanê û îsal dest bi avakirina wan dikin.

Wezîra Çandinî û Çavkaniyên Avê da zanîn, hikûmeta Herêma Kurdistanê tevî qeyranan, 8 bendav ava kirine û ew ê çêkirina hewzan jî berdewam bikin.

Talebanî diyar kir, “Li Herêma Kurdistanê bi giştî 23 bendav hene, ji bo hilberîna elektrîkê, avdanî, geştiyarî û gelek armancên din têne bikaranîn. Ev pêngavên Kabîneya Nehemîn a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo parastina avê û nehiştina bandorên hişkesalîyê ne.”

Hêjayî gotinê ye, bi çêkirina bendavan re, wê di sala 2024an de rêjeya komkirina avê li Herêma Kurdistanê bigihîje zêdetirî sê milyar metre sêcar ku sala 2023an li dor 2 milyar metre sêcar bû.