Li Herêma Kurdistanê amadekariyên avakirina 4 bendavên din
PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku ji bo dabînkirina fînansa çend bendavên ku wê li Herêma Kurdistanên bêne avakirin, wê bi hikûmeta navendî ya Iraqê re dest bi gotûbêjan bikin.
"Ji bo budceyê danûstandin têne kirin"
Rêvebirê Wezareta Çandiniyê û Berpirsê Giştî yê Bendavên Herêma Kurdistanê Rehman Xanî ragihand ku rayedarên hikûmeta Herêma Kurdistanê bi rayedarên hikûmeta navendî re danûstandinan dikin û got:
“Ji bo destpêkirina avakirina çar bendavên li Herêma Kurdistanê biryar hatiye dayîn, lê belê ji ber pêdivî bi budceyê heye heta niha ev biryar nehatiye bicihkirin. Em wek Wezareta Çandiniyê û hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo pêkanîna projeyên bendavan hemû hewlên xwe didomînin. Ez pêşbînî dikim ku wê îsal avakirina bendavan destpê bike."
"Rewşa tijebûna ava bendavan baş e"
Rehman Xanî di derbarê rewşa tijîbûna avê ya bendavên heyî yên li Herêma Kurdistanê de jî da zanîn ku li gorî daneyên dawî yên baranê, rewşa bendavên Herêma Kurdistanê baş e û got: "Hin demsala baranê ya dirêj mabe jî, gelek bendav li gorî potansiyela xwe tije bûne. Em li bendê ne ku bendavên din jî tije bibin."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin