Li Herêma Kurdistanê, ‘Gundên Gestiyariyê’ tên çêkirin

13 July 2023 16:00 0 dîtin
Li Herêma Kurdistanê, ‘Gundên Gestiyariyê’ tên çêkirin

PeyamaKurd- Li gorî agahiyên ku hatin ragihandin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê, ji bo bipêşxistina sektora geştiyariyê û baştirkirina jêrxaneya aboriyê, dest bi projeya Gundên Geştiyariyê dike.

Hat zanîn ku Desteya Veberhênana Herêma Kurdistanê, di çarçoveya projeya geştyariyê ya ku ji aliyê rêxistinên Hollendî bi taybet GIZ ve tê fînansekirin, hewil dide projeya Gundên Geştiyariyê (Geştûkal) bide destpêkirin.

Seroka Desteya Veberhênanê ya Herêma Kurdistanê Emel Celal li ser mijarê daxuyanî da û got,

“Ev proje, dê gelek cuda be. Lewra dê proje bi keresteyên herêmî were cîbicîkirin, di serî de li Hewraman û Tewîle dest pê dike û dê tevahiya Herêma Kurdistanê bigire nav xwe.”

Berpirsê pirojeya bi navê “Geştûkal” Aram Necmeddîn jî da zanîn ku Herêma Kurdistanê bi qasî welatekî çandiniyê ne welatekî pîşesazî ye, lewma ev proje ye ji bo herêmê gelek guncaw e.

Di çarçoveya projeyê de tê texmînkirin ku gundên ku bi xweşikahiyên xwe yên xwezayî derdikevin pêş, bên avakirin.