Li Herêma Kurdistanê korona dîsa zêde dibe, wê otêl bibin nexwesxane...
PeyamaKurd – Bi taybet di nav du rojên dawî de, li Herêma Kurdistanê hejmarek zêde ya pêketiyên nû yên koronayê hatin tomarkirin ku hikûmeta Herêma Kurdistanê neçar dimîne biryarên nû bistîne.
Wezîrê Tenduristiya Herêma Kurdistanê Dr. Saman Berzencî ragihand, bi sedema zêdebûna hejmara tûşbûyên koronayê, wê hotêlan li şûna nexweşxaneyan bikar bînin.
Di daxuyaniya Dr. Saman Berzencî de hatiye gotin, “Di plana me de ye, bi sedema zêdebûna hejamra tûşbûyên vîrusa koronaya nû Covid-19 em neçar bibin hotêlan li şûna nexweşxaneyan bikar bînin.”
Cîgirê Parêzgarê Hewlêrê Hêmin Qadir jî da xuyakirin, niha zehmet e qedexeya hatinûçûnê ji nû ve ragihînin, lê ew dê kampanyayeke dabeşkirina lepik û maskan ji bo gel bidin destpêkirin ku pêwîste hemwelatî pabendî tedbîrên xweparastina ji koronayê bibin.
Berdevkê Rêveberiya Tenduristiya Silêmaniyê Dr. Yad Neqşîbendî jî piştî 22 tûşbûyên nû yên koronayê, îro Yekşemê ragihandiye ku rewşa tenduristiya nexweşekî koronayê nebaş e û nîşaneyên nebaş ku metirsiya jiyanê li ser 3 nexweşên din jî heye.
Li aliyê din li Duhokê jî îro 2 pêketiyên nû yên koronayê hatine tomarkirin.
Herwiha Rêveberiya Tenduristiya Hewlêrê jî îro 31ê Gulanê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku 11 berketiyên nexweşiya koronayê baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin