Li Herema Kurdistanê salane 3 hezar ton gotstê masiyan tê berhemanîn
PeyamaKurd - Li Herêma Kurdistanê, berhemê salane yê goştê masiyan zêdetirî sê hezar tonan e û niha mezintirîn pirojeyên masiyan li Dihokê ye.
Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê parve kiriye ku li Herêma Kurdistanê 412 pirojeyên destûrdayî hene ku goştê masiyan berhem tînin.
Hatiye daxuyandin ku ji wan pirojeyan zêdetirî ji sê hezar derfetên karî ji bo welatiyan peyda kirine û sermayeyê wan pirojeyan zêdetirî 30 milyar dînar e.
Berhemê masiyan li Herêma Kurdistanê her sal zêdetirî sê hezar û 500 tonên masiyan e. Herêma Kurdistanê pêdiv nêzî 80 hezar tonên masiyan e heta bigehe astê xwejiyandinê.
Kabîneya nehê lêborîna gomirkî ji bo pirojeyên berhemê masiyan derxistiye, herwesa karebaya wan jî bi bihayê karebaya çandinê ne ku ya bazirganî tê hesibandin da ku xerciyên berhemanînê li ser wan kêm bibin û berhem zêde bibe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin