Li Hewlêrê 3 xort di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

16 October 2024 22:21 0 dîtin
Li Hewlêrê 3 xort di qezayê de jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – Li payîtexta Herêma Kurdistanê li bajare Hewlêrê di qezayê de 3 xort jiyana xwe ji dest dan. Qeza li ser rêya 120 metreyî çêbû û du otomobîl li hev ketin.

Qeza, bi sedema ajotina bilez ya erebê çêbû û 3 xortên ku di erebeyekî de bûn can dan.

Li gor rêjeyên rêvebiriya polîsê trafîkê ya Herêma Kurdistanê; di sala 2022an de 3 hezar û 706 qeza qewimîne û 445 kes jiyana xwe ji dest dane. Di heman salê de 7.250 kes birîndar bûne.

Rêjeyên sala 2023an heya niha nehatine parvekirin.