Li Hewlêrê 13 kesên din bi koronayê ketin

07 June 2020 13:33 0 dîtin
Li Hewlêrê 13 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 13 kesên nû li Hewlêrê bi vîrusa koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniyekê de ragihand, di berdewamiya lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 13 pêketiyên din bi vîrusa koronayê li parêzgeha Hewlêrê hatin tomarkirin.

Wezareta Tenduristiyê diyar kir, kesên bi vîrusê ketinê 5 peya, 3 jin, keçek û 4 zarok in.

Herwiha îrol li Silêmaniyê jî 2 nexweşên koronayê jiyana xwe ji dest dan ku rewşa yekî din jî xirab e.

Hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine gihîşt 1196 kesan, 22 kesan can daye û 448 kes jî baş bûne.