Li Silêmaniyê 71, li Hewlêrê jî 15 kesên din bi koronayê ketin

08 June 2020 00:00 0 dîtin
Li Silêmaniyê 71, li Hewlêrê jî 15 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd –Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di nav 24 saetên borî de li bajarê Silêmaniyê 71 tûşbûyên din ên vîrusa koronayê hatine tomarkirin. Li gorî ragihandina dawî ya êvara îro li Hewlêrê jî 15 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ji 71 kesên tûşbûyî yên li Silêmanîyê 38 kes nîşaneyên nexweşîya koronayê bi wan re hene û 33 pêketî jî berkeftîyên tûşbûyên berê ne. Hat ragihandin ku rewşa tenduristiya 20 nexweşên koronayê yên li Silêmaniyê jî nebaş e û di bin çavdêriya hûrî û girêdayî amûra henasedanê ne.

Wezareta Tenduristîya Hikumeta Herêma Kurdistanê îro 7ê Hezîranê tûşbûna 2 kesên din bi vîrusa koronayê li parêzgeha Duhokê jî ragihandibû ku di nav rojekê de hejmara tûşbûyên koronayê dibe 88 kes.

Herwiha îro 7ê Hezîranê li Hewlêrê jî 10 nexweşên koronayê baş bûne û vegeriyane malên xwe.