Li Silêmaniyê 7 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand, 7 haletên nû yên koronayê li Silêmaniyê hatine tomarkirin.
Wezareta Tendurustiyê ya Herêma Kurdistanê, ragihand ku di berdewamiya pişkînin û lêgerina gumanbarên koronayê de li Silêmaniyê 7 kesên din ên testa wan pozîtîf derketiye hatin tomarkirin.
Li gor daxuyaniyê 4 jinên bi temanê 55, 41, 22 û 17 salî, zilamekî 45 salî, ciwanekî temen 18 salî û zarokekî 10 salî bi nexweşiya Covid-19 ketine.
Hat ragihandin ku 4 ji wan pêketiyên koronayê xelkê Silêmaniyê ne û 3 kesên din jî niştecihê nehiyeya Bazayan in.
Bi van hejmaran re heta niha 404 kes li herêma Kurdistanê bi vîrusa korona ketine, 379 kes baş bûne û 5 kesan jî can daye.
20 pêketiyên vîrusa koronayê ku 13 li Silêmaniyê û 7 jî li Hewlêrê ne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin