Li Silêmaniyê zarokekî 10 salî û 6 kesên din bi koronayê ketin

17 May 2020 09:26 0 dîtin
Li Silêmaniyê zarokekî 10 salî û 6 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê ragihand ku li bajarê Silêmaniyê 7 kesên din bi vîrusa koronayê ketin.

Di daxuyaniya Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê de hat ragihandin ku li bajarê Silêmaniyê têsta koronayê ya 7 kesên din pozîtîf derketiye ku zarokekî 10 salî jî di nav wan de heye.

Wezaretê ragihand, 4 kes ji wan kesan li bajarê Silêmaniyê ne û yên din jî li nehiya Baziyan ya Silêmaniyê ne. 4 jin û 3 jî zilam in û zarokekî 10 salî jî di nav wan de heye.