Li Silêmaniyê 5 kesên din ji nexwesiya koronayê can dan

18 June 2020 17:35 0 dîtin
Li Silêmaniyê 5 kesên din ji nexwesiya koronayê can dan

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 18ê Hezîranê 5 nexweşên din ên vîrusa koronayê li Silêmaniyê can dane ku du ji wan xelkê Helebce û Kelarê ne û temenê yekî 55 sal û yê din jî 80 sal e.

Cîgirê Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Silêmaniyê Ebdullah Ehmed ji medya Kurdistanê re diyar kir ku her pênc pêketiyên koronayê ku îro li parêzgeha Silêmaniyê can dane nexweşiyên din jî bi wan re hebûne û temenê wan jî mezin e.

Ehmed da zanîn ku ji wan pênc kesan du kes girêdayî amûra oksîjenê bûn ku pêketiyek li Nexweşxaneya Serçinar, du kes li Nexweşxaneya Asa û du kesên din jî li Nexweşxaneya Şehîd Hêmin can dane.

Ebdullah Ehmed ji bo bikaranîna dermanê Dexamethasone ji bo nexweşên koronayê li Herêma Kurdistanê jî got, her ji destpêka tomarkirina rewşên pêketina bi vîrusa koronayê li Kurdistanê, pizîşkên Kurd ew derman bo pêketiyên koronayê bikar anîne û diyar kiriye, “Heta berî Brîtanyayê jî me ew derman bikar aniye, lê merc nîne hemû pizîşkan li hemû nexweşxaneyan ew derman bikar anîbin.”

Li gorî amarên Wezareta Tenduristiya Herêma Kurdistanê, heta niha li Herêma Kurdistanê 2,821 kes bi koronayê ketine ku 1878 kes li Silêmaniyê pê ketine û bi tevahî 80 kesan jî can daye.