Li Silêmaniyê 5 kesên din bi koronayê ketin

15 May 2020 10:23 0 dîtin
Li Silêmaniyê 5 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd- Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku 5 haletêb din ên tûşbûna koronayê li Silêmaniyê hatine tomarkirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Tendirustiyê, di encama pişkinînan de li bajarê Silêmaniyê 5 nexweşên din ên vîrusa koronaya nû Covid-19ê hatine destnîşankirin ku ciwanekî 17 salî, 3 jinên temen 19, 21, 43 û zarokekî 6 salî ye û hatiye diyarkirin ku ew malbata wî pêketiyê koronayê yê dûh in.

Duh na pêr, 13ê Gulanê jî kesekî din bi vîrusa koronayê ketibû. 

Bi van 5 kesên din ên ku tûşî koronayê bûne heta niha li Herêma Kurdistanê 397 kes bi Covid-19 ketine û ji wê hejmarê jî 377 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.