Wezareta tenduristiyê: Li Silêmaniyê 22 kesên din bi koronayê ketin
PeyamaKurd - Wezareta tenduristiyê ragihand, di çarçoveya test û pişkinînan a virûsa koronayê (Covid-19) de 22 kesên din li parêzgeha Silêmaniyê pozîtîf derketine
Wezareta tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê da zanîn, 12 kes ji kesên han zilam in, 9 jê jin in û yek jî xortek e.
21 kes xelkê bajarê Silêmaniyê ne û yek jî xelkê nehiyeya Warmawe ya Silêmaniyê ye.
Heta niha li Herêma Kurdistanê 566 kes bi koronayê ketine û ji van 409 kes baş bûne û 5 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin