Wezareta Tenduristiyê 2 wefat û 98 pêketiyên nû yên koronayê eskere kir

29 December 2021 20:33 0 dîtin
Wezareta Tenduristiyê 2 wefat û 98 pêketiyên nû yên koronayê eskere kir

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê amarên 24 demjimêrên dawî yên vîrusa koronayê eşkere kir.

Li gorî daxuyaniya îro Çarşemê ya Wezareta Tenduristiyê di nav 24 demjimêrên borî de 98 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 2 kes jî pê mirine.

Herwiha wezaretê daye xuyakirin ku di 24 demjimêran de 197 nexweşên vîrusa koronayê jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re li Herêma Kurdistanê hejmara pêketiyan gihîşt 380538 kesan, ya mirinan bû 7105 kes û heta niha 371751 nexweşên koronayê jî baş bûne.