Wezareta Tenduristiyê: 12 wefat û 368 pêketiyên nû hatin tomarkirin
PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku di 24 demjimêrên borî de 368 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 12 kes jî mirine.
Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya Îro 26ê Mİjdarê de eşkere kir; di 24 demjimêrên borî de 368 kes bi vîrûsa koronayê ketine, ku ji wan 162 kes li Hewlêrê, 116 kes li Silêmaniyê, 165 kes li Duhokê, 3 kes li Helebceyê, 17 kes li Germiyanê û 5 kes li Raperînê ne.
Herwiha ragihand ku di nav 24 demjimêran de 12 kesan jiyana xwe ji dest dane, ku ji wan 3 kes li Hewlêrê, 2 kes li Silêmaniyê, 5 kes li Duhokê û 2 kes li Raperînê ne.
Li ser hejmara nexweşên baş bûne jî hat eşkerekirin ku di 24 demjimêran de 529 kes ji vê nexweşiyê rizgar bûne, ku ji wan 180 kes li Hewlêrê, 65 kes li Silêmaniyê, 234 kes li Duhokê, 11 kes li Helebceyê, 21 kes li Germiyanê û 18 kes li Raperînê ne.
Li Herêma Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 374167 kesan, ya mirinan bû 6840 kes û heta niha 361068 nexweş jî baş bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin