Li Hewlêrê 7 kesên din bi koronayê ketin

20 May 2020 14:00 0 dîtin
Li Hewlêrê 7 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê ragihand ku li parêzgeha Hewlêrê7 kesên din bi vîrusa Koronayê ketine.

Wezareta Tenduristiyê îro Çarşemê (20.05.2020) bi daxuyaniyekê ragihand, di berdewamiya pişknîn û lêgerîna li gûmanlêkiriyan de, 7 haletên nû yên koronayê (Covid-19) hatine tomarkirin.

Di daxuyaniya wezaretê hatiye diyarkirin, kesên bi Koronayê ketine, jineke (35) salî, 2 keçên (15) û (9) salî ne ku endamên malbata pêketiyê duhî yê bajarê Hewlêrê ne. Herwiha 4 zilamên (53), (42), (42) û (29) salî ne, ew jî hevpîşeyî wî pêketiyê duhî ne û virus jê vegirtine.

Wezîrê Tendirustiya Kurdistanê Dr. Saman Berzencî hişyarî dan ku metirsiya koronayê berdeam dike û divê hemwelatî nefikirin ku dawî li metirisya koronayê hatiye, “Pêwîst e herkes xwe û derdora xwe biparêze.”

Rêveberê giştî yê Tenduristiya Hewlêrê Dr. Dilovan Mihemed jî got: ‘’hatina pêla duyem a koronayê ne tiştekî ku pêk nayê û ne pêkan e û hatiye pêşbînîkirin. Ji ber wê jî eger hejmara haletên ûşbûnê zêdetir bibe kontrolkirina wê şewbê zehmet dibe.’’

Hêjayî gotinê ye ku bi tomarkirina haletên dawiyê, hejmara kesên li Herêma Kurdistanê bi koronayê ketine gihîştiye 431 kesan û ji wan 5 kesan jiyan xwe jidest dane û 383 kes jî baş bûne û çûne malên xwe.