Li Hewlêrê 41 kesên din bi koronayê ketin

06 April 2020 13:52 0 dîtin
Li Hewlêrê 41 kesên din bi koronayê ketin

PeyamaKurd - Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê aşkere kir, ku li Hewlêra paytext 41 kesên din bi vîrusa koronayê ketine.

Wezareta Tendirustiya Herêma Kurdistanê îro di daxuyaniyekê de ragihand, 41 kesên nû bi koronaya nifşê nû (Covid-19) ketine ku ji 17 ji wan jin, 15 mêr û 9 jî zarok in.

Li gorî heman daxuyaniyê, “2 kesên nû tûşbûyî li qezayê Soran, 3 kes li nahiyeya Sîdekan, kesek li gundê Heleceya Biçûk û 35 kesên din li bajarê Hewlêrê ne.”

Wezaretê diyar kiriye, “tûşbûyên nû yên li Hewlêrê akinciyên taxên Kanî Genî, Alton City, Şêx Ehmed, Karêzan, Zanko, Çinar, Mamostayan, 121ê Gulan, Jiyan û Zîlan City ne, ku piraniya wan berkevtiyên tûşbûyên herdu taziyeyên li taxa Karêzan a Hewlêrê ne, û 2 kesên din jî pêştir serdana derve kirine.”

Bi van kesên nexweş re, hejmara kesên ku li Herêma Kurdistanê bi vîrusa koronayê ketine gihişte 377 kesan.

Li Herêma Kurdistanê heya niha 88 kes ji tûşbûyên koronayê baş bûne û 3 kesan jî jiyana xwe ji dest dane.