Li Hewlêrê lehî rabû: Ziyanên madî û canî hene
PeyamaKurd – Çend rêyên sereke yên Hewlêrê, ji ber barana xurt ya do di bin lehiyê de man û hatin girtin. Di encamê de, ziyan gihîştin welatiyan. Parêzgarê Hewlêrê û tîmên hawarhatinê jî gihîştin cihê ziyan dîtine.
Li gor zanyariyan, li Hewlêrê ji şeva borî ve baraneke xurt dibare û lehî li hin cihên Hewlêrê rabû û beşek ji rêyan jî ji ber kombûna avê hatin girtin.
Parêzgarê Hewlêrê Umêd Xoşnaw bi daxuyaniyekê eşkere kir: “Mixabin dora 4ê sibê lehî li çend cihên Hewlêrê rabûye û gihîştina tîmên hawarhatinê jî bo wan cihan ne hêsan e.’’
Parêzgarê Hewlêrê herwiha diyar kir, ji bilî ziyanên madî, ziyanên canî jî ji encama rabûna lehiyê hene.
Parêzagar destnîşan kir, hemû tîmên hawarhatinê li ser karên xwe ne, lê belê hevkariya xelkê jî pêwîst e.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin