Li Suriyeyê bahoz rabû: Ziyanên madî û canî hene!

30 March 2023 15:00 0 dîtin
Li Suriyeyê bahoz rabû: Ziyanên madî û canî hene!

PeyamaKurd- Li gorî nûçeyên ku di çapemeniya Suriyeyê de hatin ragihandin, ji ber bahoza ku rabû, 4 kesan can dane. Hat diyarkirin ku di encama bahozê de ziyanên madî jî çêbûne.

Di agahiyên hatin ragihandin de hat diyarkirin ku bahoza ku li Suriyeyê bandora xwe berdewam dike, bûye sedem ku li gundên Morek û Jîbrenê 2 jê zarok 4 kes can bidin.

Her wiha hat diyarkirin ku ji ber vê bahozê, banên hin xaniyan û dîwarên hin avahiyan hilweşiyane û hin maşîn jî di bin ban û kevirên ku ketine de ziyan dîtine.

Li gorî nûçeyan, hemû trafîkên Suriyeyê yên li benderên Behira Spî hatine rawestandin û hat diyarkirin ku konên bi hezaran kesên ku ji ber şerê navxweyî lê diman, ji ber bahozê hatine rûxandin.