Li Hindistanê ji ber erdhezê 93 kes mirin

30 July 2024 23:51 0 dîtin
Li Hindistanê ji ber erdhezê 93 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Keralayê bi sedema barana bi şid, li hinek deveran hez li erdê ket û di erdhezan de 93 kes di bin axê de man û can dan. Lêgerîn û rizgarkirina kesên di bin hezê de mane, dewam dike.

Li gor çapemeniya Hindistanê; li eyaleta Keralayê li devera Wayanadê erdhez çêbû niha rêvebir dibêjin ku gumana wan heye ku di bin axê de gelek kes mane.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, di ser hesabê xwe yê Xê de ragihand û got:

“Di’ayên min ji bo birîndaran û kesên mirovên wan di bûyerê de can dane ye. Ez bi serokwezîrê eyaleta Keralayê bi Pinarayi Vijayan re ketim têkiliyê û çi pêdivî bi destekê hebe, em ê destekê bidin.”

Hêza Têkoşîna bi Afetê re (NDRF) ragihand ji bilî kesên xwebexş, tîmekî ji artêşa Hindistanê û helikopter hatine wezîfedarkirin da alîkariya mexdûrên bûyerê bikin.

Di erdhezan de gelek rê û avahiyên esasî xesarê dîne û li gundê Çûralmalayê 200 xanî xerab bûn e.

Artêş, niha destekê dide avakirina pirên xerabe û alîkariya xelkê mexdûr dike. 116 kesên ku di erdhezan de birîndar bûne wan şandine nexweşxanan ji bo derman bikin.