Li Îranê wexta dengdana ji bo serokkomariyê heya 22.00an hat dirêj kirin

28 June 2024 20:32 0 dîtin
Li Îranê wexta dengdana ji bo serokkomariyê heya 22.00an hat dirêj kirin

PeyamaKurd – Li Îranê pêvajoya hilbijartina serokkomariyê dewam dike. Demek berê wexta hilbijartinê heya 20.00an hatibû dirêjkirin lê niha bi biryarekî dinê wexta hilbijartinê derxistin heya 22.00an.

Li gor ragihandina ajansa fermî ya Îranê IRNAyê; berdevkê wezareta karên hundiya yê beşa navenda hilbijartinan Muhsin İslami; wexta dengdanê heya 20.00an dirêkiririn. Dengdan di 08.00an de destpêdikir û heya 18.00an diviya biqediya lê wext têr nekir an ku hilbijêr kêm çûn ser sindoqan.

Wext heya seeta 20.00an hatibû dirêjkirin lê wext têr nekir û berdevk İslamî ragihandi ku heya seet 22.00an wextê dengdanê dirêjkirine.

Li gor qanûna hilbijartinan ya Îranê; wezaret dikare heya 24.00an wexta dengdanê dirêj bike lê jê û pê de nikare wext dirêj bike.

Li Îranê ji bo 62 milyon dengdêran li 59 hezar navendî sindoq hatine danîn û dengdan dewam dike.