Li Iranê balafireke rêwiyan ket: Tevî muretebatê hemû rewî mirin

08 January 2020 13:59 0 dîtin
Li Iranê balafireke rêwiyan ket: Tevî muretebatê hemû rewî mirin

PeyamaKurd – Li Iranê balafirekê ukraynî piştî demekê ji ber sedemên teknîkî ket û di encamê de ligel muretabatê tevahiya rêwiyan jiyana xwe ji dest da.

Li paytexta Iranê Tehranê, balafirekê ukraynî ku diçu paytexta Ukraynayê Kievê, piştî demekê ji ber sedemên teknîkî ket û di encamê de tevahiya rêwiyan jiyana xwe ji dest da.

Televizyona Iranê ragihand ku balafir ji ber pirsgirêkek teknîkî ketiye û tevî murettebatê 180 kesan jiyana xwe ji dest daye.

Serokê Rewşên Lezgîn ê Iranê Pirhuseyin Koulivand ji medya Iranê re ragihand ku, “Piraniya rêwiyan mir. Ya rastî ji qezayê tu kes nefilitî.”

Wezareta Ragihandin û Bajarvaniyê ya Iranê li ser îdiayên ku balafir bi moşekan hatiye xistin daxuyaniyek da

Serokê Navenda Ragihandin û Komînîkasyonê ya Wezareta Ragihandin û Bajarvaniyê ya Iranê Qasim Biniyaz jî ji ajansa fermî ya Iranê re IRNAyê teqez kir ku balafira rêwiyan a tîpa wê Boeing 737 bi moşekan nehatiye xistin.

Biniyaz, “Eger balafir bi moşekan hatiba xistin dê li hewayê biteqiya lê ji ber agir bi motorê ketiye û lewma pîlotî nekariye kontolê pêk bîne, ev qeza pêk hatiye.”