Li Îranê bi sedema casûsiyê 5 kes hatin girtin

12 August 2020 00:28 0 dîtin
Li Îranê bi sedema casûsiyê 5 kes hatin girtin

PeyamaKurd- Berdevkê erka dadweriyê yê Îranê Gulam Huseyîn Îsmaîlî ragihand ku li Îranê 5 kesên ku di wezaretên karên derve û wezareta bergiriyê de li ser hesabê Îsraîlê, Almanya û Îngîltereyê dixebitin hatine girtin. Îsmaîlî ragihadina xwe de li Tehranê di civîna çapemeniyê de kir.

Îsmaîlî, di derbarê zîndaniyê bi navê Şehram Şîrhanî de got ku bo serwîsa îstîxabarata Îngîltere xebitiye, projeyên girîng yên Îranê daye Îngîltere û li ser rêvebirên wezaretê yên di asta bilind de li ser wan desthilatî daniye û 10 sal ceza danê. Girtiyê din yê bi navê Mesûd Mosaheb li ser hesabê Almanya û Îngîltere xebitiye û 10 sal ceza danê. Muhaseb, di heman wextê de sekreterê giştî yê rêxistina dostaniya Îran-Awûstûryayê ye. Sûcê wî ew e ku agahiyên tibbî daye serwîsên biyanî.

Yek ji girtiyên din Cemşid Şarmehd e û di derbarê her du girtiyên din de ti agahî neda.