Li Îranê her diçe çalaki zêdetir dibin

10 December 2022 02:25 0 dîtin
Li Îranê her diçe çalaki zêdetir dibin

PeyamaKurd – Li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê her diçe xwepêşandan zêdetir û xwurttir dibin. Piştî kuştina keça Kurd Mahsa Jîna Emînî dewleta Îranê tıundiya xwe ya li ser xelkê zêdetir kiriye lê çalakvan jî tevgerên xwe dewam dikin.

Niha çalakvan ew medreseyên ku wan eyetullah û melayên Şîayan di wan de xwendine, bi hinekan ji wan de çalakvan benzînê dakirin û sohtin. Sohtina medreseyekî ji wan ket ser medya civakî. Li ser medya civakî hat ragihandin ku yek ji çalakvanan di rojên borî de hatiye îdam kirin lê esas li ku derê kî hatiye îdamkirin an wê were îdamkirin diyar nîne.

Li gor qanûna dewleta Îranê; kî li ‘hemberê dewletê şer bike û nîzama giştî xerab bike’, dewlet dikare wî îdam bike. Şiroveya xalên qanûnan jî li gor herkesî diguhire. Heya niha hêj kes nîzamê neguhertiye lê gelek kes bi îdamê tên darizandin.